Çarenivîsa girtiyên DAI'Şê li cem PYDê ?
Berpirsekî PYDê raghand ku bi hezaran çekdarên DA'IŞê li cem wan li Rojhlatê Çemê Feratê girtîne dinav wan de çekdarên biyanî ne ku PYDê hewil dide ku wan li deverên xwe dadgeh bikin lê ev yek ne hatiye qebûl kirin.
Berpirsê çekdarên PYDê yê binavê Ebdulkerîm Omer ji rojnameya Elşerq Alewset re diyar kir ku faylê girtyên çekdarên DA'IŞê barekî gelek girane li ser milê çekdarên PYDê ye bi taybet piştî şikandna DA'IŞê li Sûriyê bi taybet ku hejmara girtyan bi hezarane .
Omer eşkere kir ku 6 hezar girtyên DA'IŞê li cem wan girtîne dinav wan de hezar çekdarên biyanî hene û yên din xudan regeznameyên Sûrî û Iraqî ne û da diyar kirin ku hikumetê welatê wan çekdaran vegera wan redikin lewma wan hewl dan ku dadgehekê li kurdistana Sûriyê ava bikin û wan çekdaran siza bidin lê ev yek nayê qebul kirin ji alyê komelgeha navdewletî ji ber ku destihlata PYDê ne rewaye .
526
