Elmaniya .. 121emîn salvegera Rojnamegeriya Kurdî hat vejandin

Elmaniya .. 121emîn salvegera Rojnamegeriya Kurdî hat vejandin

Apr 20 2019

ARK NEWS .. li bajarê Êsin, yê Elmaniya, bi boneya salvegera 121emîn roja Rojnamegeriya Kurdî, Yekîtiya Giştî ya Nivîskar, û Rojnamevanên Kurd li Sûriyê, bi alîkariya Komela Hêlîn, duh 19ê Nîsana 2019an ew roj vejand û ahangek li dar xist .

Ahang bi beşdariya hijmarek ji rojnamevan, nivîskar, siyasetmedar, hunermend, û çalakvanên kurd bi rê ve çû.

Di ahangê de çendîn gotar û helbest hatin xwendin, û stranên kurdî ji aliyê çend hunermedên Kurd ve hatin pêşkêşkirin .

Di dawiya ahangê de, çend kesayetiyên Kurd, ji aliyê Yekîtiyê ve, hatin xelatkirin.

Ş.E

918