serkirdeyekî Partiya Demokrat a Kurdistan Sûriya, ji zindanên   PYDê  serbest hate berdan

serkirdeyekî Partiya Demokrat a Kurdistan Sûriya, ji zindanên PYDê serbest hate berdan

Jul 03 2018


ArkNews :Piştî bihtirî du mehan ji revandinê ,serkirdeyekî Partiya Demokrat a Kurdistan Sûriya, ji zindanên PYDê serbest hate berdan.
Li gorî agahiyên ArkNews , roja Yekşemê , li bajarê Reqayê , ȗ piştî du mehan ji girtineke bê tu tomet ,endamê Komîteya Herêmî ya Partiya Demokrata Kurdistan Sûriya Mehmûd Weyso Mustefa ,ji zindana bajarokê Sirîn ya ser bi Reqayê ve, ji aliyê çekdarên PYDê ve serbest hate berdan.
Mehmûd Weyso Mustefa, ku bi bavê Hemze tê naskirin, di bîst û heştê meha çaran de di dema serdanekê de jibo mala xwe ya li bajarê Reqayê dikir, ji aliyê çekdarên PYDê ve hatibû revandin û roja Yekşemê 3.7.2018an , serbest hate berdan.
Tevî serbest berdana bavê Hemze, hîn jî bi dehan serkird û endam û alîgirên Encumena Niştîmanî ya Kurdî li Sûryê û rêxstinên wê ,herweha siyasetmedar û çalakvan di zindanên PYDê de ne , ȗ hîn çarenvîsa wan ne diyare.

427