Pêlên Koçberiyê ji Efrînê ; Sedem, Encam û Bandor

Pêlên Koçberiyê ji Efrînê ; Sedem, Encam û Bandor

Jun 30 2018

Berî salên nodî û pêve ji ber sedemên civakî, aborî û siyasî bi hezaran ji şêniyên Efrînê ji gund û bajar çûn Helebê û piraniya wan li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê bi cih bûn ; li kargeh, xwaringeh, û saziyên fermî kar dikirin; zarok jî li dibistan û xwendingeh û zanîngeh dixwendin, herçû rewşa xelkê pêşket û çûnûhatina ji gund û bajar kêm bû.

Bi derbasbûna demê re têkiliyên civakî bi kesûkarên xwe re li Efrînê hat birîn û hema hema di helkeft û cejinan de hevdu didîtin. Herwiha, Efrîn bi gund dihat naskirin û xwe di ser re didîtin û gihişt asta ku hin jin nedipejirandin li Efrînê bi mal bibin.

Ji despêka qeyrana Sûriyê û piştî şer gihişt taxên Kurdan li Helebê bi deh hezaran ji gelê Kurdên Efrînê û derbiderên ji ciyên curbicur berê xwe dan gund û bajarê Efrînê û di heyama çend mehan de Efrîn pir şên bû û qelebalix bû tevî ku kiriya malan û firoşgehan gelek buha bû, av û Kehrebe jî hatibûn birîn û gelek pirsgirêkên xwemalî û civakî, aborî, ewlehî û siyasî peyda bûn wirde wirde wek qewtandin, lêxistin û berdan, binçavkirin, girtin û kuştin û herwisa derbiderkerin û nemana pêşeroja xwendinê li Efrînê.

Ji encama wan pirsgirêkên navborî û gelek sedemên din pêl pey pêl; bi qelfa û bi hezaran ji gelê me berê xwe dan Tirkiyê, başûrê Kurdistanê û Lubnanê û li wir xebitîn û debara jiyana xwe kirin û zarokên xwe kirin dibistanan, lê belê bi wê nekirin û vê carê xwe li derya xistin û berê xwe dan weletên Ewropa û tê zanîn bi rêv re bi sedan derya ew daqirtandin û jiyana xwe ji dest dane.

Lê ji aliyekî din ve, Efrîn herçend bû bû civakek leşkerî, dîsa jî tevgera civakî, aborî, çandî, hunerî gihiştibû asta herî jor û bû bû navendeke bazirganî herî pêwîst li ser asta Sûriyê û ji ber êrîşa dewleta Tirk û giropên çekdar li ser Efrînê bi sed hezaran ji xelkê Efrînê der bi der bûn; bi hezaran hatin kuştin û şehîdkirin; mal û milk hat dizîn û bi hezaran hatin binçavkirin û êşkencekirin.

Tevî ku ser nîvê xelkê re vegeriyane ser cî û warên xwe, lê hîn tirsandin û metirsiya vegerê jî heye, herwiha, pêla koçberiyê ber bi Heleb, Cizîr, başûrê Kurdistanê û EWROPA ve hîn berdewam e !!

Li dawiyê, Efrîn hatiya guhertin û nîvê gundan erebên biyanî û giropên çekdar lê hatine bi cihkirin ; hêzên ciwan, çalakvan, dewlemend, xwendevan û rewşenbîr li Efrînê hema hema nema ne !!

Ma gelo avakirina welatan û hezkirina netew û çand û ziman bi koçberiyê pêk tê !!?
Ma gelo hezkirina xak û niştîman û derbirîna hestan bi penaberiyê pê tê !!?
Ma gelo ronakbîr û niştîmanperwer bi xaka xwe ve rast girêdayî ne yan tenê li ser rûpelên pirtûkan û fêsbokê ne !!?
Ma gelo partîzan û şoreşgerên me rast pabendî doza xwe ne !!?
Ma gelo Efrîn niha ûstûbarê kal û pîran ne !!?

Bavê Saman , Efrîn di 22 / 6/2018

Gotar bi tenê nerîna nivîskar nîşan dide

987