Serokê Kurdistanê: Hêvîdar im sala nû ya koçî salek pir bereket û xweşî be

Serokê Kurdistanê: Hêvîdar im sala nû ya koçî salek pir bereket û xweşî be

Aug 10 2021

ARK NEWS... Serokê herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî pîrozbahî li misilmanên Kurdistanê, Iraq û cîhanê bi hatina sersala koçî kir, û hêvî kir saleke bereket û xweşî be. Naveroka nameyê ev e:

Bi helkefta yekê Muherrem û serê sala nû ya koçî, pîrozbahiyê li tevahiya misilmanên Kurdistan û Iraq û cîhanê dikim. Hêvîdarim sala nû ya koçî, ji bo hemû misilmanan û mirovayetiyê bi giştî saleke pir bereket û xêr û xweşî bê.

Ji xwedayê mezin hêvîdarim sala nû dawiya derd û bela û êş û giriftan li gel xwe da bîne, ji bo Kurdistan û Iraq û cîhanê saleke pir bi bextewerî û aramî û xweşbextî bê.

Dubare pîrozbahiyê li hemû aliyek dikim û hemû salek bi xweşî.

Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê

9 Tebax 2021

457