Cêmis Çêfrî : Em dê di siyaseta xwe derbarê Îranê de berdewam bin

Cêmis Çêfrî : Em dê di siyaseta xwe derbarê Îranê de berdewam bin

Aug 07 2019

ARK NEWS .. Wezareta derve ya Emerîka red kir, ku ew siyaseta xwe derbarê derxistina hêzên Îranî ji Sûriyê biguhere, û ew ê di vê siyaseta xwe de berdewam bin da ku hêzên Îranî bitemamî ji Sûriyê werine derkirin .

Cêmis Cêfrî şandiyê taybetê Emerîka ji bo Sûriyê ragihand, ku welatê Emerîka qet siyaseta xwe derbarê derkirina hêzên Îranî ji Sûriyê naguhere û ew ê di vê siyasetê de berdewam bin heta ku tevaya hêz û çekdarên Îranî ji Sûriyê werin derkirin.

Cêfrî serbar kir û got, ku ew ê di siyaseta fişara diblomasî de li ser rêjîma Esed û Îranê berdewam bin heta ku ev armanc cî bi cî bibe , û tu hebûna Îranî di Sûriyê nemîne .

569