Pirtûka pêncan ya D.Ebdulhekîm Beşar derket
Duh 27\6\2018 li hotêla Kapîtol ya Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê ahenga îmzekirina pirtûka nû ya bi navê ( Mesarat Elsewra El Sûriyê ) anko riyên şoreşa Sûriyê ya siyasetmedar û nivîskar D. Ebdulhekîm Beşar endamê Polîtbîroya Partiya Demokrata Kurdistan Sûriya hate lidarxistin . Di wê ahengê de hijmarek kesayetiyên siyasî, civakî, rewşenbîrî û kesên serbixwe beşdar bûn.
Pirtûka D. Ebdulhekîm Beşar ji 550 rûpelan pêk tê têde behsa şoreşa Sûriyê ji Eylûna 2015an ta sala 2016an dike û di çarçoveya du salan de hatiye amadekirin û li Çapxaneya Roksan hatiye çapkirin û çapa yekem ji hezar kopiyê pêk hatiye .
Pênc pirtûkên Dektor Ebdulhekîm Beşar hene:
Yekem pirtûka wî bi nave (Elekrad Min Eldihak) ku di sala 1997ê li Beyrûtê hat çapkirin
Pirtûka duyem bi navê (Mefahîm Elsiyase) ku behsa şêweyên dewletê û sîstemên Hukimraniyê Demokratî û awayên helbijartinan dike ku ew jî li Duhokê di sala 2012an hat çapkirin.
Pirtûka sêyem ( Elkurd Min Eldewr Elmifrit Ila Eldewr Elmetlûb ) ango ji rola ku li ser wan feriz bûye ji bo rola ku ji wan tê xwestin , û li Hewlêrê di sala 2013an hate çapkirin .
Pirtûka çarem ya bi navê ( Sûriya Ila Eyîn ) anko Sûriya berev kuve diçe ku têde behsa şoreşa Sûriyê ji dema destpêkirina wê sala 2011an ta Êlûna 2015an li Hewlêrê hat çapkirin.
Pirtûka pêncan ( Mesarat Elsewre Elsûriyê ) ango Riyên Şoreşa Sûriyê berhema wî ya nû yê Dektor Ebdulhekîm Beşar û niha jî mijûlî amadekariyên pirtûka şeşane ku ew jî behsa şoreşa Sûriyê di sala 2017an de dike .
440