Efrîn .. Belgekirina qurbaniyên ku ji aliyê çekdaran ve hatine terorkirin

Efrîn .. Belgekirina qurbaniyên ku ji aliyê çekdaran ve hatine terorkirin

Jun 26 2018

Girûpên çekdar ên li Efrînê dimînin di karê terorkirin û lêdan û eşkencekirina sivîlan de berdewam in û ji destpêka derbasbûna Efrînê bi bihaneyên cuda cuda binpêkirinan derheqê sivîlan de pêktînin .

Yekem binpêkirin di 12ê meha Adarê 2018an de bû ku welatiyê gundê Çeqela yê Şiyê Mehrem Xoce ji aliyê girûpên çekdar ve hate binçavkirin û piştî heftiyekê ji malbata wî re gotin ku Mehrem li nexweşxaneyeke kilsê de jiyana xwe ji dest daye.

Yek ji malbata Mehrem Xoce ji ARKê daxuya kirin ku bi tenê çekdaran nûçeya jiyana ji dest danê ji wan re anîn û nexwestin termê wî radestî malbatê bikin û ji wan re gotibûn li navçeya Şera bi xak hatiye sipartin.

Her di meha Adarê de welatiyê gundê Hesendêra yê Şera Sîdo Şêxo ji ber ku nexwest otombêla xwe bide çekdaran hate gulebaran kirin.

Di 8ê meha Nîsanê girûpa Cebhe Elşamiyê welatiyê kêmendam Neşet Silêman li ser rêbenda gundê Husê yê Mabeta teror kir. Li gor jêderên xwecihî ku bi tenê ji ber ku Neşet Silêman li ser rêbenda gund nerawestiya girûpa Elşamiye gule berdan û ew terorkirin.

Di 7ê meha Gulanê endamê asayîşa PYDê Henan Nesan li zîndana Seraya ya navenda bajêr dibin eşkencê de hate terorkirin ku Henan Nesan 31 salî bû û Bavê dû zarokane.

Di 20ê meha Gulanê girûpa Elhemze ya Ebû Mensûr Elheyanî li gundê Kosa yê Meydana ya navçeya Raco Mûqdad Mustefa Ismaîl li pêş çavên hevjîn û zarokên wî dan bin lêdanê û sedema lêdanê û li gor Hesen Erşîd ku ji gundê Kosa ye ji ARKê re ragihandiye dema Mûqdad Ismaîl ji bajarê Efrînê vedgerî pelka rêdanê ji wî xwestin û tevî belka rêdanê ji Turkan dirust kiribû lê ew girûp pê papend nebûn û li gundê Kosa û Panêreka li wî dan.

Di 22ê meha Gulanê çekdarnan êrîş birin ser mala Mustefa Ebdo Şahîn li taxa Zêdî ya navenda bajêr û dema hewilda berevaniya xwe bike ji aliyê girûpên çekdar ve hate teror kirin. Mustefa Ebdo Şahîn xelkê gundê Gobekê yê Mabeta ye û mamostr bû û karê bazirganiyê de kar dikir .

Di meha şeşan ango Hizêranê de girûpên çekdar karê terorkirina welatiyan berfirehtir kirin û hin welatî di karvedanên nediyar de hatin terorkirin wek Welîd Elawî ku li ser riya Basotê di 7ê meha şeşan de kuştî hatibû dîtin. Welîd Elawî di dibistan Fêsel Qedûr de kar dikir û herwiha karê ajokariyê jî dikir.

Di heman rojê de 7/6/2018 Ehmed Misto Fermandeyê Cebhe Elşamiye li navçeya Bilbilê hate terorkirin û sedema terorkirinê û li gor jêderên taybet ku wê bi karê eşkerekirina binpêkirinên çekdaran û pêşkêşî berpirsên Turkan kiriba ku Ehmed Misto li cem xelkê Efrînê bi pirênsîp û rewişta xwe navdar bû.

Di 12ê /6/2018an cêgirê Serokê Encûmena Xwecihî ya navçeya Şiyê û endamê Partiya Demoqrata Kurdistan- Sûriya Ehmed Şêxo ji ber lêdan û eşkencê di zîndana girûpa Mihemed Casim Ebû Emşe de li Şiyê şehîd bû û tevî girûpa Emşat dan bi terorkirina Şêxo ne kirin lê birayê wî Mustefa Şêxo ji ARKê re tekez kir ku Ehmed Şêxo ji ber lêdan û eşkenceyê jiyana xwe ji dest daye.

Di 14ê meha Hizêranê girûpa Ferhan Egîdî ya ser bi Sultan Murad ve li gundê Xelîlanka yê Bilbilê welatiyê bi vanê Mihemed Ibrahîm dema ku ji karê xwe ji bajarê Efrînê vedgerî mala xwe li ser rêbenda gund binçavkirin û piştî wê bi rojekê serbest hate berdan lê ji ber lêdan û eşkenceya bi hêz Mihemed Ibrahîm ji bo nexweşxaneya Turkiyê hate veguhestin ji ber ku nexweşxaneyên Efrînê nikarîn pêşwaziyê li rewşa wî bikrana.

Herwiha hin welatî dema pareyên ku li ser wan tên sepandin ji çekdaran ve nikarin dabîn bikin rastî eşkenceyê tên di 17ê meha şeşan girûpa Elşerqiye Ehmed Sîdo ji taxa Zêdiyê revandin û ji malbata wî 4000 hezar dolarê Emrîkî xwestin lê ji ber ku malbatê nikarîn wan peran bidin girûpa Elşerqiye daxistin 1000 dolarî û tevî malbata Sîdo 1000 dolar dane wan çekdaran ew rastî lêdanê hat.

Herwiha beriya demekê girûpa Sultan Mûrad Mustefa Mehmûd Derwîş ji gundê Qermitliq dane bin lêdan ji ber ku nikarî 15 hezar dolar ji wan re wek fidiye li himber serbest berdanê dabîn bike wê lêdanê rastî pûçbûnê ango şelelê hat.

Roja 19ê meha şeşan girûpên navenda bajarê bi şevê girûpên çekdar êrîşî mala Samî Elqoç kir û xwestin mala wî bidizin lê ji ber ku Elqoç berevaniya xwe kir ew û birayê wî hatin gulebaran kirin ku di encam de jiyana xwe ji dest da û birayê wî birîndar bû û ji ber wê yekê xwepêşandanek li navenda bajêr rabûn û xwestin çekdaran ji Efrînê derkevin.

Bi dehan ji rewşên wiha hatine tomarkirin û beşek ji malbatan xwestin ku behsa wan li ser ragihandinê neyê kirin ji ber ku metirsiyek ji wan girûpan heye û tevî belavbûna û eşkerebûna karê wan çekdaran li Efrînê lê ta niha Hikûmeta Turkiyê wek dewleteke dagirker ji Efrînê tu hewlên rijd ji bo dayîna sînoreke ji wan kiryîaran re ne kiriye .
ŞÊXO EFRÎNÎ

714