Efrîn .. Rewşeke tevliheviyê şeva ragihandina encamên hilbijartinên Turkiyê

Efrîn .. Rewşeke tevliheviyê şeva ragihandina encamên hilbijartinên Turkiyê

Jun 25 2018

Piştî ragihandina encamên helbijartinên Turkiyê û serketina partiya desthelat Partiya Dad û Geşûpêdanê girûpên çekdar wek diyarkirina şabûn û kêfxweşiyên xwe di serkeftina Partiya Serokê Turkiyê Erdoxan gule di asmanan de berdan û rewşek tevliheviyê li navenda bajêr û gund û navçeyên Efrînê çêkirin.

Li gor welatiyên Efrînê ku şeva Dûşemê 24ê meha Hizêranê û bi taybet piştî ku partiya desthelat li Turkiyê peleya yekem bi dest xwe ve xist girûpên çekdar rewşek tevlîheviyê li gund û bajarê Efrînê bi guleberdanê çêkirin.

Malbatek Efrînê ji ARKê re ragihand ku dema fîşek hatin teqandin rewşek tirsê li cem wan û xelkê Efrînê çêbûn ji ber ku hijmarek mezin ji fîşekan hatin avêtin.

Li alyekî din beriya ku encamên helbijartinan werin eşkerekirin li hin gundan girûpên çekdar hewil dan bi zora çekan xellkê gundan daxînin kolanan da ku piştevaniya Erdoxan bikin û li gor zaniyariyên ARKê ku xelkê razî nebû dakevin kolanan.

Jêderên xwecihî eşkeredikin ku di encama gulebarana duh 24/6/2018 de hin welatiyê birîndar bûne lê ta niha navên wan ne hatine eşkerekirin herwiha tirsek mezin kete dilê xelkê de.

Ji destpêka derbasbûna girûpên çekdar ji nava Efrînê û her demekê kêfxweşiya xwe bi kontrolkirina Efrînê didin diyarkirin û berpirsên wan dibêjin raste wan Xûta derdan lê Efrînê bi dest xwe ve xistin û siyasetmedarên kurd dibêjin pêwîste ew fîşekên ku duh hatine avêtin ji bo berevaniya Derayê ku ketiye bin tank û topên rêjîma Esed bihatiban bikaranîn.
ŞÊXO EFRÎNÎ

622