D.R Ebdulhekîm Beşar bersiva rêjîma Esed dide

Dec 30 2018

ARK NEWS .. Piştî ragihandina rêjîma Sûriyê ji lîsteyekê tê de 615 nav û 105 keyanan ku piştgiriya terorê dikin, û di karê sextekirina pereyan de kar dikin, û di nav wan de navê birêz Mesrûr Barzanî rawêjkarê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê, û berbijêrê Partiya Dîmqratî Kurdistanê PDKê ji bo serokatiya hikûmeta Herêma Kurdistanê heye , D.R Ebdulhekîm Beşar endamê polîtbîroya Partiya Demqrata Kurdistan - Sûriya di riya gotarekê de berisva rêjîma Esed da, û li jêr navnîşana "Kî terorê bi pere dike û kî li ser sextekirina pereyan de kar dike" belav kiriye, û berewerdî navbera Beşar Esed û birêz Mesrûr Barzanî de kiriye .

Di gotar îro 30î/12/2018an ya D.R Ebdulhekîm Beşar de hatiye :

Desteya dijî sextekirina pereyan, û bi perepêdana terorê li Sûriyê lîsteyek navxweyî ragihand, tê de 615 kes û 105 keyan di nav wan regeznameyên erebî, û biyanî cuda hene, herwiha di nav wê lîsteyê de, navê Mesrûr Barzanî, berbijêrê Partî Dîmqratî Kurdistanê ji bo serokatiya hikûmeta Herêma Kurdistanê heye belav kiriye .

Navbûrî behsa binpêkirin û kiryarên rêjîma Esed, û berewerdiyê navbera serokê rêjîmê û birêz Mesrûr Barzanî dike û dibêje :

1- Beşar Esed 62 kesayetiyên îslamî, tundiraw, û terorî ji zîndana Sêdnaya, bi lêbûrîneke serokatî serbest berdan, û ew kesayetî di damezrandina rêxistina DAIŞ a terorîst beşdar kirin .

2- Derdora 3 milyon ji avahiyên niştecîbûnê li Sûriyê rûxandin .

3- Piraniya jêrxaneya Sûriyê rûxand.

4- Zêdetir ji nîvî xelkê Sûriyê ji deverên wan derxistin û bûne derbider û penaber.

5- Di dema deshelatdariya Beşar de, tevlîhevî bû nîşana sereke ji Sûriyê re, û bû yek ji welatên nearam û nerihetî, herwiha di asta cîhanê de Sûriya bû welatekî nearam .

6- Bazirganî bi DAIŞê re di riya navbênkariyan yan bi şêweyekî zindî kir .

D.R Ebdulhekîm Beşar behsa beşdarkirina birêz Mesrûr Barzanî di çarçoveya dema wî de dike, û dibêje :

Li hember de birêz Mesrûr Barzanî rawêjkarê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê û berbijêrê Partiya Dîmoqratî Kurdistanî PDKê ji bo serokatiya hikûmeta Kurdistanê wiha kar kir :

1 Mil bi mil kêleka serok Mes'ûd Barzanî serpireştiya operasyonên leşkerî li djî DAIŞ a teror û girûpên din kir .

2 Kar bi serok Mes'ûd Barzanî, û birêz Nêçîrvan Barzanî re di avakirina Kurdistanê de beşdar kir, ku derdora 4500 gund rûxandî hebû, û ew gund hatin avakirin herwiha bajarokên biçûk veguhestin ji bo bajarin şaristanî, û pêşketî, û li hemû bajarên Kurdistanê pêşketina avadenê lê çê bûye .

3 Kar û beşdarî di pêşxistina jêrxaneya Kurdistanê kir .

4- kar ji bo vehewandina bêtir 250 hezar ji kurdên ku bi destê rêjîma Esed û şebîheyên wê hatibûn koçberkirin, kir.

Herwiha milyonek ji welatiyên iraqî, ku bi destê alîgirên rêjîmê hatibûn derbiderkirin vehwend û ji wan re aştî, xwerin, derman, û kar dabîn kirin .

5- Hişt ku Herêma Kurdistanê cihek ji aştî û aramiyê be, ku niha yek ji aramtirîn welat tê destinîşankirin, ne bi tenê li ser asta Iraqê lê belê li ser asta cîhanê tevde tê naskirin .

6- Rêxistinên terorî- ji wan DAIŞ a terrorist- qedexe kir ku cihkî xwe di Kurdistanê bibînin yan jêdereke abûrî, û ragihandinî li wan deran dabîn bikin.

Di dawiya gotara xwe de D.R Ebdulhekîm Beşar endamê polîtbîroya PDK-Sê bal kişand ser wê yekê û got : Ew berewerdî dihêle ku mirov bibêje pêwîst e birêz Mesrûr Barzanî xelata Nobêl ji bo rûbirûbûna şerê DAIŞê û dabînkirin û cîbicîkirina ewlekarî, û aştiyê wergre û li hember de divê Beşar Esed ji bo dadgeha tawanên navdewletî li ser kiryar û tawanên wî di derheqê mirovahiyê de were xwestin, û şandin.

Ş.E


Gotar bi tenê nerîna nivîskar nîşan dide

857