Mabeta .. Navenda tendirustî ya tekane rastî diziyê hat
Di 23ê meha Hizêranê de navenda tekane ya tendirustî li navenda navçeya Mabeta ji aliyê girûpên nenas ve hate dizîn û kelûpel û amêrên tendirûstî rastî ziyanek mezin hatin.
Perçe vîdyoek ji navenda tendirustî hatiye girtin û kopiyek gihişt ARKê têde ziyanek gehiştiye navendê . Azad Usman endamê Encûmena Xwecihî ya navenda bajarê Efrînê ji ARKê re tekez kir ku navend ji aliyê girûpine nenas ve hatiye dizîn û ta niha kesên pê rabûne ne eşker û xwiyane .
Li gor jêderên xwecihî ku her yek ji çekdarên Feyleq Elrihman û Elcebhe Elşamiye navenda Mabeta kontrol kirine ku hin çalakvan wî karî dixin stiwê wan girûpan de ji ber ku ew berpirs di ber dabînkirina aramî û ewlahiya wê navçeyê dibînin .
Ji aliyê xwe ve Waêl Elwan berdevkê ragihandina Feyleq Elrehman ji ARKê re got: Tu agahî û zaniyaryên min li ser vê mijarê tune ne û Feyleq Elrihman wek girûp tu têkilyên wê bi karûbarên sivîlan û bajêr re tune ne û li wir navenda polîsan heye û ew wek van karûbaran di şopîne û em destêwerdanê di dezgehên sivîlan û peywendiyên navbera Encûmena Xwecihî û polîsan de nakin .
Li himberî wî yekî tu daxwiyanî ji navendên polîsan yên berpirs di ber navenda Mabeta û Efrînê ta amedekirina vê raportê derneketî ye .
ŞÊXO EFRÎNÎ
610