Efrîn.. Çekdarên Feyleq EL Şam li welatiyê kêmendam dan

Efrîn.. Çekdarên Feyleq EL Şam li welatiyê kêmendam dan

Jun 23 2018

Çekdarên Feyleq EL Şam li gundê Kosa yê navçeya Raco ya Efrînê li welatiyekî kêmendam dan.

Hesen Reşîd ku bi xwe ji gundê Kosa ye ji ARKê re ragihand welatiyê kêmendam bi navê Îbrahîm Mihemed Îbrahîm roja 22/6/2018 bi şevê li ser rêbenda gund ji aliyê çekdarên Feyleq EL Şam ve rastî lêdanê hat .

Reşîd herwiha da diyar kirin ku ew welatî kêm endam e û tu têkiliyên wî bi partiyan re tune ye.

Gundê Kosa ji gundên Meydan ye û ser bi navçeya Raco ve ye, di dema şer ti malbat jê der bi der nebûn, û niha xelkê resen li gund in .
ŞÊXO EFRÎNÎ



442