Welatiyekî Efrînê rastî lêdanê  ji aliyê EL Şerqiyê ve hat

Welatiyekî Efrînê rastî lêdanê ji aliyê EL Şerqiyê ve hat

Jun 23 2018

Girûpên çekdar di binpîkirinên xwe de li gund û bajarê Efrînê berdewam in, û welatiyekî kurd rastî eşkencê ji aliyê çekdarên EL Şerqiyê ve hat.

Jêderek taybet ji ARKê re ragihand ku roja Yekşemê 17/6/2018 girûpa EL Şerqiyê welatiyê bi navê Ehmed Sîdo ji mala wî li taxa Zêdiyê revendin û berev taxa Dusayda Rojava birin, û li hember serbest berdana wî 4000 dolarên emrîkî ji malbata wî xwestin.

Jêderê herwiha got ji ber ku malbata Sîdo nikarîn 4000 dolar payda bikirana, wan çekdaran pare daxistin 1000î, û piştî ku pera wergirtin Ehmed Sîdo berdan lê bi şêweyekî tund rastî lêdanê hatibû.

Lo gor wêneyên ku ji ARKê hatine şandin têde diyar dibe ku ew welatî hatiye eşkencekirin. Berî demekê jî welatiyê bi navê Mihemed Îbrahîm li gundê Xelîlanka ji aliyê çekdarên Sultam Mûrad ve hatibû eşkencekirin .
ŞÊXO EFRÎNÎ

434