Medyakarekî kurd ȗ komeke filklorî ji aliyê UN ve hatine xelatkirin

Jun 21 2018

ArkNews:Li navenda Osman Sebrî ya Rewşenbîrî ku ser bi Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî ve ye medyakarekî Kurd bi navê Elî Umer ku nişteciyê kampa Qoştepeye ȗ rêveberê rûpela Qoştepe Newz e ya ku xizmeta penaberên kampê bgştî bi awayekî xwebexş dike ,ji alyê berpirsa beşê Parastin ȗ Pêşveçûna Civakî li Komisyona Bilind ya Karȗbarên Penaberan li Hewlêrê Ciwana Yasîn ve ,roja sêşemê bi bawernameyke rêzgirtnê hate xelatkirin.
Her weha beşê şanoyê ya Koma Jiyan ya huner û filklora kurdî li kampa Qoştepe li ser xizmet û karên wan yê rewuşenbîrî û civakî ,ȗ wek nûnerên komên kampa Qoştepe hatne xelatkirin .
Umer li ser xelatkirina xwe ji alyê Komisyona Bilnid ya Karȗbarên Penaberan ve ji ARKê re keyfxweşiya xwe bi vê xelatê da xuyanî û got ku wekî ku Barzaniyê Nemir gotiye , şanazye bo mirov ku xizmetkarê gelê xwe be, û hêvî kir ku hemî penaberên Rojavayê Kurdistanê sala bê li welatê xwe bin .

464