Di 2 mehan de.. 100 hezar penaberên Sûrî ji Turkiyê vegeriyan

Di 2 mehan de.. 100 hezar penaberên Sûrî ji Turkiyê vegeriyan

Jul 19 2024

Rojnameyeke Turkî eşkere kir ku bîtirî 100 hezar penaberên Sûrî, di du mehan de ji Turkiyê vegeriyan Sûriyê û Rûsiya çendîn soz derbarê vegera penaberan bo Helebê pêşkêşî Turkiyê kirine.

Li gorî rojnameyê ku rojane di navbera 300-500 penabrî vedgerine devera di bin kontrola rêjîma Sûrî de, di heman demê de, Rêxistinên Mafên Mirovan dane zanîn ku rêjîma Sûrî hejmarek penaberên ku ji Lubnanê vegeriyane girtine û êşkence kirine.

Rewşa penaberên Sûrî her ku diçe xerabtir dibe, bi taybet piştî xweşkirina peywendiyên rêjîme Esed bi hin welatên Erbî re, vexwandina serokê Turkiyê ji Beşar Esed re û dersînorkirina penaberên Sûrî ji aliyê Turkiyê, Urdonê û Lubnanê ve bîhtir bûye

142