Bêdirson û Hisên tekezî li ser giringiya dîtina çareseriyeke berfireh bo kirîza Sûriyê kir
Jul 17 2024
Şandiyê Taybet yê Neteweyên Yekgirtî bo Sûriyê Gêr Bêdirson di pêwendiyeke telefonî de li gel Wezîrê Derve yê Iraqê Dr. Fûad Husên, 16ê Tîrmeha 2024an, rewşa niha ya Sûriyê gotûbêj kir.
Wezîrê Derve yê Iraqê li ser rûpela xwe ya “X” got: “Peywendiyeke telefonî ji Nûnerê Taybet ê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgitî ji bo Sûriyê Gêr Bêdirson wergirt û rewşa Sûriyê gengeşe kir”.
Serbar kir: "Me rewşa niha ya Sûriyê gotûbêj kir û tekezî li ser rola sereke ya Iraqê li navçeyê kir".
Her weha di berdewamiya axaftina xwe de got: "Me tekezî li ser giringiya peydakirina çareseriyeke berfireh û berdewam ji bo krîza Sûriyê kir."
84