
Urdon.. Vegera penaberên Sûrî ji bo welatê wan erkekî sereke ye
Wezîrê derve yê Urdonê vegerandina penaberên Sûrî bo welatê wan karekî sereke ye û divê şert û mercên vegera penaberan werin bicîkirin.
Wezîrê derve yê Urdonê Eymen El-Sefdî di Kongreke rojnamevanî de li gel wezîrê derve yê Misrê Bedir Ebd El-Atî ragihand ku ew kar dikin ji bo bi bidawîkirina kirîza Sûriyê û parastina ax, ewlehî û seqemgiryê ji bo vegera penaberên Sûriyê ser mal û milkên xwe.
Wezîrê Urdinê tekez kir ku mijara vegera penaberan bo welatê wan mijareke pêwîst e û ew dixwazin şert û mercên vegera penaberan bicîbikin.
Beriya naha jî Mîrê El-Huseyên got ku çareseriya kirîza penaberên Sûrî di vegera wan ji bo welatê wan de ye.
Serbar kir ku eger çivaka navdewletî bi arkê xwe ranebe, welatê Udronê bi teniya xwe nikare bi vê erkê rabe.
135