Lubnan bi sedan penaberên sûrî ber bi herêmên di bin kontrola Rêjîma Sûriyê de vediguhêze

Lubnan bi sedan penaberên sûrî ber bi herêmên di bin kontrola Rêjîma Sûriyê de vediguhêze

Jul 12 2024

Lubnan bi sedan penaberên sûrî ber bi herêmên di bin kontrola Rêjîma Sûriyê de vediguhêze.

Çavkaniyên mediyayî Sûrî eşkere kirin ku polîsên Lubnan roja Pêncşemê 11 Tîrmehê beşekî nû ji penaberên Sûrî bo herêmên di bin kontrola Rêjîmê de hatin dersînorkirin, di çarçoveya "vegera xwebexiş" de.

Li gorî jêderan gumane nêzî 600 kes werne dersînorkirin, lê ta niha 360 penaber roja Pêncşemê vegeriyan e.

Li gorî jêderan, nêzîkî 30 kes ji deriyê sînorî yê Jusiye vegeriyan û 330 kes jî ji deriyê Wadî Hemîd El-Zimranî vegeriyan û 240 kes jî venegeriyan ji ber erêkirinên ku ji Sûriyê hatine, tevahiya malbatê li xwe nagirin.

Rewşa penaberên Sûrî herko diçe xerabtir dibe, bi taybet piştî xweşkirina pêwendiyên Rêjîme Esed b hin welatên Erbî re u vexwandina serokê Turkiyê ji Beşar Esed re, dersînorkirina penaberên Sûrî ji aliyê Turkiyê, Urdonê û Lubnanê ve bîhtir bûye

68