
Bexdad kar li ser hevdîtinên dualî di navbera Rêjîma Sûriyê û Tirkiyêde dike
Rawêjkarê serokê Iraqê Fadî El-Şimerî eşkere kir, ku rola Bexdadê giringe ji bo li darxistina civîna navber herdu aliyan de.
Serbar kir ku gumane di demeke nêzîk de civîn were ragihandin.
Fadî El-Şimerî amaje bi wê yekê jî kir, ku civîn girînge ji bo “dabînkirina ewlehî û aramiya herêmê, hevkariya aborî, ewlekirina sînoran, kêmkirina bandora grûpên çekdar li navçeyê ye, herwiha asankirina vegera penaberên Sûriyê”.
Di hevdîtina xwe de wî got sînorê Iraqê bi Turkiyê û Sûrî re gelek dirêje, û yek ser rewşa wan welatan bandorê li ser rewşa Iraqê dike.
Beriya demekê serokê Turkiyê Rejeb Teyb Erdoxan ragihand ku Turkiya amadeyê, peywendiyên xwe bi Rêjîma Sûri re xweş bikin,û di be ku vexwendinekê ji bo Beşar Esed bişînin.
85