HSDê barhilgirên sotemeniyê ji komên çekdar re şandin

HSDê barhilgirên sotemeniyê ji komên çekdar re şandin

Jul 09 2024

Hevdemî berdewamiya kirîza sotemeniyê li bajar û bajarokên Rojavayê Kurdistanê, Hêzên Sûriya Demokratîk di şandina sotemeniyê ji komên çekdara re berdewam e.

Rewangeha Sûrî ya mafên mirovan kurte vîdyoyek belav kir, tê de diyare barhilgirên barkirî bi xazê ji deverên di bin kontrola HSDê de ji bo devera di bin kontrola girûpên çekdar yên ser bi Artêşa Niştîmanî ve, di dergehê Um Culûd, li gundewarê bajarê Minbijê tê veguhestin e.

Beriya demekê, bi dehan barhilgirên barkirî yên kompaniya Qatircî ji devera di bin kontrola Rêjîmê de derbasî parêzgeha Heskê, li devera di bin kontrola HSDê de bûn, da ku sotemeniyê veguhêsin

Derbarê veguhestina petrolê jêdereke taybet ji ARK News re got Rêveberiya PYDê di meha Cile ya 2023an rêkeftinek li gel Rêjîma Sûrî îmze kir ku rojane 320 barhilgirên sotemeniyê bi rêjeya 93% ji para PYDê ji bo Rêjîmê veguhese, û ji wê demê ve rêkeftin tê cibcîkirin.

Li gorî jêderê para Rêveberiya PYDê 7% ji berhemên zeviyên petrolê yên di bin kontrola HSDê de ye.

Hêzên Sûriya Demokratîk giringitrîn zeviyên petrolê li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê kontrol dike, weke zeviyê Rimêlan û Siwêdiyê li gundewarê bajarê Dêrikê, Şedadî û El-Cebse li gundewarê parêzgeha Hesekê, serbarî herdu zeviyên El-Omer û El-Tinek li gundewarê
parêzgeha Dêra zorê.

235