
Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bi boneya roja cîhanî ya penaberan li kampa Domîzê şahiyek li dar xist
Jun 25 2024
Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî bi boneya roja cîhanî ya penaberan şahiyek ji bo penaberên li kampa Domîzê li dar xist û tê de çendîn çalakî pêşkêş kirin.
Roja dûşemê 24.06.2024 li kampa Domîz ya penaberên Rojavayê Kurdistanê, Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bi boneya roja cîhanî ya penaberan, bi amadebûna şandeke Partiya Demokrata Kurdistan- Sûriya bi serokatiya endamê polîtburoyê Hacî Kalo, şahî hat li dar xistin.
Di şahiyê de ji bilî pêşangeha hunerên destan, helbest, dîlan û şano hatin pêşkêşkirin.
136