Fêsel Yûsif: Encûmena Niştîmanî ya Kurdî dê di demek nêzîk de ofîsên xwe li Efrînê veke

Fêsel Yûsif: Encûmena Niştîmanî ya Kurdî dê di demek nêzîk de ofîsên xwe li Efrînê veke

Jun 24 2024

Fêsel Yûsif: Encûmena Niştîmanî ya Kurdî dê di demek nêzîk de ofîsên xwe li Efrînê veke.

Bi amadebûna endamên desteya serokatiyê, îro yekşemî 24.06.2024, Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê civîneke asayî lidar xist.

Derbarê naveroka civînê de, Berdevkê Fermî yê Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê Fêsel Yûsif di daxuyaniyekê de ji Ark News re ragihand: “Agirbest, zehmetî û binpêkirinên ku rûbirûyê Encûmena Niştimanî ya Kurd bûne, hatin gotûbêjkirin, weke şewitandina baregehan û ofîsên partiyên ENKSê, û revandina endam û rojnrmevanên partiyên girêdayî Encumenê ve.

Yûsif got jî: Amadebûyan tekezî li ser ragihandina binpêkirinan ji aliyên pêwendîdar û bibandor li bajar û bajarokên Rojavayê Kurdistanê kirin, da ku dawî li binpêkirinan bînin û têkoşîn û xebatê di xizmeta doz û gelê Kurd de berdewam bikin.

Berdevkê Fermî yê Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê amaje bi wê yekê jî kir ku nirxê genim ji aliyê rêveberiya PYDê ve ji bo kirîna genim ji cotkarên kurd li Rojavayê Kurdistanê di sala 2024an de hatiye diyarkirin û tekez kir ku armanca vê pêngavê birçîkirina kurdan e.

Yûsif amaje bi wê yekê jî kir ku di civînê de binpêkirinên ku li Efrînê li dijî Kurdan li ser destê komên çekdar pêk tên şermezar kirin û Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê dê di demeke nêzîk de ofîsên xwe li Efrîn û derdora wê veke.

Fêsel Yûsif got ku çendîn mijarên rêxistinî hatin gotûbêjkirin, û biryar hat dayîn ku amadekarên pêwîst ji bo aktîvkirina karê ofîs û nûneratiyên Encûmena Niştimanî ya Kurdî li ser asta navxweyî, herêmî û navdewletî bên standin.

73