Serok Barzanî pêşwazî li Konsula nû ya Brîtanyayê li Hewlêrê kir

Serok Barzanî pêşwazî li Konsula nû ya Brîtanyayê li Hewlêrê kir

Jun 23 2024

Serok Mesûd Barzanî, pêşwazî li Konsula Giştî ya Brîtanyayê li Hewlêrê kir.

Di hevdîtinê de ku Rosie Cave Cîgira Balyozê Brîtanya li Iraqê jî tê de amade bû, Serok Barzanî bixêrhatina şanda mêvan kir û hêviya serkeftinê ji bo Konsulusa nû ya Brîtanya li Hewlêrê di erkê nû de xwest.

Her wiha Serok Barzanî amaje bi peywendiyên dostane û dîrokî yên di navbera gelê Kurd û Brîtanyayê de kir û hêvî xwast ku peywendiyên her du aliyan berdewam bin û zêdetir bi pêş ve bên birin.

Ji aliyê xwe ve Konsula Giştî ya Brîtanyayê li Hewlêrê spasiya helwesta Serok Barzanî kir û behsa pêwendiyên di navbera gel û hikûmeta Herêma Kurdistanê û Brîtanya de kir û amadehiya xwe ji bo berdewamkirin û pêşxistina wan peywendiyan nîşan da.

Rewşa siyasî ya Iraq û navçeyê û metirsiyên derketina terorê, mijarên din ên guftûgoyên hevdîtinê bûn.

57