Efrîn.. Şer û pevçûn di navbera çekdarên “Feyleq ElŞam” da li ser mafê destdanîna ser mal û milkên Kurdan de derket
Jun 22 2024
Şer û pevçûn li gundewarê navçeya Raco a ser bi Efrîna Rojavayê Kurdistanê ve di navbera çekdarên “Feyleq El Şam”de rû da, û di encamê da birîndar ketin.
Jêderên xwcehî ji ARK NEWS re gotin ku şer û peçûnên tûnd di navbera çekdarên “Feyleq El Şam” de li gundê Meydan Ekbes ya ser bi navçeya Raco li Efrîna Rojavayê Kurdistanê rû da û di encama şer û pevçûnan de birîndar ketin û metirsî di nav sivîlên gunde derket.
Çavkaniyê tekez kir ku şer û pevçûn ji ber nakokiyên di navbera wan de li ser mafê destdanîna ser milkên kurdan li gundê Meydan Ekbes li navçeya Raco li bajarê Efrînê li Rojavayê Kurdistnê.
210
