Li Efrînê di encama şer û pevçûnên di navbera çekdaran de birîndar ketin

Li Efrînê di encama şer û pevçûnên di navbera çekdaran de birîndar ketin

Jun 16 2024

Duh 15.06.2024ê li navenda bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê şer û pevçûn di navbera çekdarên ser bi Artêşa Niştîmanî de rû da.

Çalakvan Mistefa Şêxo ji ARKê re got: Şeva borî çekdarên grûpa "Qelemûn" ya ji gundewarê Şamê û çekdarên ji gundê Encera ya ji gundewarê Helebê li taxa Eşrefiyê ya bajarê Efrînê bi çekan pevçûn.

Şeva Duşemî 3ê Hezîranê, şer û pevçûnên tund bi çekên giran li bajêr, di navbera çekdarên Hêza Hevbeş û Tevgera Rizgarkirin û Avakirinê ya Artêşa Niştîmanî de derketin.

Di encama şer û pevçûna nexweşxaneya Emenos ji kadirên bizişkî û nexweşan hate valakirin, herwaha çend mûşek li taxa Melahî û Mazot li bajarê Efrînê ket, û di encamê de birîndar ketin.

67