Qamişlo.. Xelk tankereke avê bi 100.000 lîreyên sûrî dikire

Qamişlo.. Xelk tankereke avê bi 100.000 lîreyên sûrî dikire

Jun 14 2024

Krîza avê ji ber berdewamiya birîna elektirîkê li bajêr dijwartir bûye û bûye sedema têkçûna tevahiya amêrên dabeşkirina avê, li ser şêniyên bajarê Qamişlo.

Jêdereke xwecihî ji bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê got: Xelkê bajarê Qamişlo rastî qeyraneke giran a avê ku bi zêdebûna germahiyê re tê.

Diyar kir, bi sedema rawestan westgeha elektrîkê ya ku 80% ji ava bajêr dabîn dikir, ev zêdeyî 10 rojane av li ser bajêr htiye birîn.

Ji aliyê xwe ve Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku kirîza avê hişt ku niştecî avê bi nirxekî bilind ji tankerên avê bikirin, ji ber ku nirxê tankekê (1000 lîtrî radike) digihêje 100 hezar lîreyên sûrî, û pawankariya welatiyan ji aliyê xwediyên tankan ve tê kirin.

Çavkaniya mîdiyayî serbar kir ku kirîza avê rewşên nexweşiyên cuda durist kirin bi taybetî nexweşiyên zarokan.

Welatiyên bajarê Rojavayê Kurdistanê yên di bin konrola Rêveberiya Xweser di rewşeke xizmetguzeriyê ya xirab de dijîn bê ku tu çareserî ji pirsgirêkên wan re were dîtin.

76