Krîza avê li nêzîk 1,000 kampî li bakurê rojavayê Sûriyê dixe

Krîza avê li nêzîk 1,000 kampî li bakurê rojavayê Sûriyê dixe

Jun 14 2024

Hevdem ligel bilindbûna berçav a germahiyê û zêdebûna pêwîstiyê bi avê di demsala havînê de, nêzîkî 1,000 kamp tûşî nebûna kirîza avê li bakurê rojavayê Sûriyê tên.

Tîma hevrêzkarên Bersivdana Sûriyê ragihand ku kampên awareyan li bakurê rojavayê Sûriyê ji destpêka sala 2024an ve rastî kirîza avê tên, û alozî di du mehên borî de bi awayekî berçav zêde bûye,

û li herêmê kêmasiyeke giştî tomar kiriye. Ku av li zêdetirî 991 kampan tune ye.

Ji ber nebûna avê, heta niha çendîn rewşên nexweşiyê (nexweşiyên çerm) li zêdetir ji 487 kampan hatî tomarkirin.

131