Potîn û Mêrkil komîteya distûra Sûriyê gotûbêj kirin
Dec 02 2018
ARK NEWS .. Kirêmlêna Rûsî ragihand ku di çarçoveya lotkeya Ercentîn de serokê Rûsiya û rawêjkara Elmanî rewşa Sûriyê bi giştî û dîtina çareseriyekê ji kirîza Sûriyê re gengeşe kirin .
Dîmîtrî Bîskof berdevkê serokatiya Rûsiyê got ku di çarçoveya lotkeya Ercentînê de Filadîmêr Potîn û Encêla Mêrkil rawêjkara Elmanya civînek pêkanîn û tê de rewşa Sûriyê bi giştî û pirsa komîteya distûra Sûriyê gotûbêj kirin .
Bîskof serbar kir û got ku herdu aliyan tekezî li ser berdewamiya kar ji bo komîteya distûrê Sûriyê kirin û geşbîniya xwe ta radeyekê derbarê vê pirsê nîşan dan .
Lava Ebdo
492
