Efrîn.. Lehî ziyanên mezin tomar kirin

Efrîn.. Lehî ziyanên mezin tomar kirin

May 26 2024

Li Efrîna Rjavayê Kurdistanê lekiyek bihêz rabû di encamê de ziyanên madî rû dan.

Jêderek xwecihî ji deverê ragihand ku roja Înê ( 24/5/2024 ) baraneke bihêz li navçeya Cindêrsê li Efrînê bariya di encamê de lehî rabû.

Jêderê tekez kir di encama wê lehiyê de hejmarek darên zeytûnan li deverê jinav çûn, serbarê giheştina ziyanên madî bi berhemên çandiniyê yên havînê li gundê Celmê û hin gundên din li navçeya Cindêrsê li Efrîna rojavayê kurdistanê.

228