Efrîn.. Bavê ciwanekî windayî daxwaza diyarkirina çarenivîsa kurê xwe dike

Efrîn.. Bavê ciwanekî windayî daxwaza diyarkirina çarenivîsa kurê xwe dike

May 24 2024

Bavê kurekî windayî daxwaz diyarkirina çarenivîsa kurê xwe kir, ku berî nêzîkî 9 mehan di rêya koçberiyê de bo welatekî Ewropayê winda bû.

Ebdo Ebdulrehman Îsa Bavê kurê windayî got: “Ev e 9 meh in , çarenivîsa kurê min Mihemed û nêzîkî 10 hevalên wî ne diyar e, tevî ku testa DNA hatiye kirin.”

Bavê kesê windayî serbar kir û got: " veşartinek bi mebest û ji aliyê rayedarên Yûnanistanê ve derbarê encamên testê, xemsarî û bêbersivdana me tevî hewldanên me û hin malbatan ji bo danûstandinê bi wan re heye."

Tekez jî kir: berya niha Encamên hin testan hatibûn ragihandin, lê mixabin erênî bûn:

Di 21ê Tebaxa 2023an de, pêwendiya wî bi girûpeke penaberên Sûrî re dema ku hewl didan bi rêya qaçaxiyê re xwe bighînin welatekî Ewropî li daristanên Yûnanistanê piştî rûdana şewitandinê li wir hate birîn.

Di nav wê girûpê de 5 Kurd di nav wan de zarokek ji şêniyên gundên Cilbira û Bînê yên bi ser navçeya Şêrawa ya Efrîna rojavayê kurdistanê hebûn, navê wan ev in:
1- Niyazî Xubarî, xelkê jidayikbûyê gundê Bênê, 1/2/2007.

2- Mihemed Ebdo Îsa, ji gundê Gilbira, 1/1/2006.

3- Mihemed Emîn Mûsa, jidayikbûyê gundê Gilbara 1/5/2011.

4- Osman Qetran, ji gundê Binê

5- Mihemed Sîdo, ji gundê Bênê





281