karwaneke hevpeymaniya Navdewletî giheşt bingeha Rimêlan li Rojavayê Kurdistanê

karwaneke hevpeymaniya Navdewletî giheşt bingeha Rimêlan li Rojavayê Kurdistanê

May 23 2024

Ji bo bihêzkirina hebûna xwe li deverê Hevpeymaniya Navdewletî di şandina hêzên zêde de bo bingehên xwe bi taybetî bo Rojavayê Kurdistanê berdewam e.

Jêderên xwecihî ragihand ku duh Çarşemê 22ê Gulana 2024an karwaneke leşkerî ya Hevpeymaniya Navdewletî ku ji 30 barhilgirên barkirî bi alavên leşkerî û locistîk pêk dihat, di rêya dergehê Elwelîd yê hesînorî bi Herêma Kurdistanê re derbasî Rojavayê kurdistanê bû û li bingeha Rimêlan li gundewarê Hesekê bi cih bû.

Roja 15ê Gulanê jî karwaneke hevpeymaniya navdewletî ku ji 27 alavên leşkerî pêk dihat derbasî rojavayê kurdistanê bû.

213