Şandek ji Rêveberiya Asayişa Hewlêrê seredana Nûneratiya Herêma Kurdistanê ya ENKSê kir
Şandek ji Rêveberiya Asayişa Hewlêrê seredana Nûneratiya Herêma Kurdistanê ya Encûmena Niştîmaniya Kurd li Sûriyê kir.
Duh Duşemê ( 20/5/2024 ) şandek rêveberî ji rêveberiya Asayişa Hewlêrê bi serokatiya Emîd Hîreş Reş û endamtiya her yek ji Emîd Luqmqn Mintik, Emîd Ferhad Hînî, Muqedem Eyûb Muhemed, û Muqedem Mirîwan, seredana Nûneratiya Herêma Kurdistanê ya ENKSê kir.
Di hevdîtinê de behesa rewşa siyasî bi giştî û ya kurdî bi taybetî, li gel tekezkirin li ser rewşa penaberan û berbendiyên ku e rûbirûbûyê wan dibib, çawaniya pêşkêşkirina asankariyan ji aliyê rêveberiyên Asayişê li deverên Hewlêrê û derûberên wê û li nava kampan kirin.
Emîd Hîreş Reş tekezî li ser giringiya hemahengiyê û pêşkêşkirina pêşinyaran û kar ji bo xizmeta penaberan û pêşkêşkirina asankariyan ji penaberan re kir, û got ew ê pêşinyar û têbîniyên ku ENKSê Pêşkêş kirine bişopînin.
Ji aliyê xwe jî Serokê Nûneratiyê Ced`an Elî sipasiya Rêveberiya Asayişa Hewlêrê li ser karên wê di xizmeta penaberan de û asnkariyn ku pêşkêş dike kir.
Di dema dawî de Nûneratiya Herêma Kurdistanê ya Encûmena Niştîmaniya Kurd li Sûriyê zincîrek hevdîtin ji bo gihandina derdeseriya penaberên rojavayê kurdistanê bo aliyên peywendîdar li Herêma Kurdistanê ji bo çareserkirina pirsgirêkên penaberan encam da.
206
