Li gundewarê Dêra Zorê hejmarek sivîl hatin kuştin
Nov 30 2018
ARK NEWS .. Di encama êrîşên Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê li gundewarê Dêra Zorê hejmarek sivîl hatin kuştin .
Tora Dêr Elzor 24 ragihand ku balafirên Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê nexweşxaneya Elyermûk ya meydanî li bajarokê Elşef`a li gundewarê Dêra Zorê armanc kir .
Her li gorî heman torê ku di encama wê êrîşê de bêhtirî 30 welatiyên sivîl di nav wan de kadirên pizîşkî yê heman nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest dan .
Lava Ebdo
578
