Efrîn .. Daristana Meydankê di metirsiyê de ye

Efrîn .. Daristana Meydankê di metirsiyê de ye

Jun 19 2018

Çiyayê kurmênc ne bi tenê bi darên zeytûn û hinaran bi nav û deng e, lê bi daristanên xwe jî navdar e, û bi melyonan darên merxan li navenda bajêr û gundên Efrînê hene, wek merxên bajêr li taxa Zîdiyê û Mehimûdiyê ta dighîne gundê Til Tewîlê, û darên gundê Karsanê yê ser riya Cindirêsê, herwiha merixên navçeya Şiyê û Şera û Meydankê û Meydana û hin cihên din .

Di roja Duşemê 18\6\2018 agirek bi darên bendava Meydankê ket bê ku sedemên wê werin diyarkirin. Jêderek ji ARKê re ragihand ku beriya sê rojan agir bi aliyê Rojhilat ya daristana Meydankê keti bû û berevaniya sivîl û xelkê Meydankê ew agir vemirand bê ku kesê pê rabûye were eşkerekirin, lê xelkê gund girûpên çekdar tomet dikin .

Jêderê herwiha da diyar kirin ku carek din agir bi wan darên merxan ket û dîsa bi alîkariya xelkê hate vemirandin. Lê agirê herî mezin roja 18ê meha Hizêranê bû û bi beşdariya endamên Encûmena Xwecihî ya navçeya Şera û xelkê gundê Meydankê agir hate kontirolkirin.

Jêderê tekez kir ku dema endamên Encûmenê û xelkê gund bi karê vemirandina agir radibûn hin fîşek li ser serê wan re hatin avêtin. Lewma xelkê gund dadana wî agirî dixin stûyê girûpên çekdarên de, ji ber ku tê gotin ku hin girûp dixwazin seyrangehan li wê deverê vekin .

Xelkê gundê Meydankê gilî û gazinên xwe arastî berpirsên Turkiyê kirin û xwestin ku ew kiryar bêne rawestandin û darên temenê wan bi dehê salan werin parastin .
ŞÊXO EFRÎNÎ




497