
Israîl careke din gundewarê Şamê armanc kir
Artêşa Israîlê careke din jimareyek bingehên bi ser Rêjîma Esed û mêlîsên bi ser Îranê ve li gundewarê şamê armanc kirin.
Ajansa Sana ya bi ser Rêjîmê ve li ser zarê jêdereê leşkerî veguhest ku demijmêr 42 : 00 xulek Israîl jimareyek xal û bingehên leşkerî li devera başûr armanc kirin.
Amaje kir ku di encama wê êrîşa esmanî de çekdarekî rêjîmê hate kuştin, û ziyanên madî jî rû dan li heman deverê, bê ku bingehû deverên hatine armanckirin diyar bike.
Ji aliyê xwe jî jêderên xwecihî diyar kir ku li derdora bajarokên Yebrûd û Elnasiriyê li Qelemûn li gundewarê şamê dengê teqînan hate bihîstin.
Li gorî heman jêderan Israîl balafirxaneya Elnasiriyê ya leşkerî li nêzîkî bajarê Cîrûd , û embarên çekan li pexçeyên Denha li nêzîkî heman bajarî armanc kirin.
116