Rewangeha Sûrî.. Di Sibatê de 55 mêlîsên Îranê li Sûriyê hatine kuştin
Di encama berdewamiya armanckirina mêlîsên bi ser îranê ve li Sûriyê ji aliyê Israîl û Emerîkayê 53 mêlîs hatin kuştin, serbarê birîndarbûna bi dehan mêlîsên din.
Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku di Sibata bûrî de bi serdema êrîşên Israîl ji aliyekî ve û êrîşêm Emerîkî ji aliyekî din ve li dijî bingehên leşkerî yên mêlîsên bi ser Îranê ve li Sûriyê 53 mêlîs hatine kuştin, û di dehan mêlîsêm din jî birîndar bûne.
Rewangehê da zanîn jî ku di heman mehê de hêzên hevpeymaniya navdewletî 6 caran xal, bingeh û alavên leşkerî yên Îranê ve li gundewarê Dêra Zorê armanc kirin , û di endcamê de bi ziyanên madî, û canî mezin rû dan.
Herweha serbar kir û got ku ji aliyê xwe jî Îran di Sibata 2024an 15 caran bingehên hevpeymaniya navdewletî li gundewarê Dêra Zorê armanc kirin.
56