Bingeha Konîko ya Emerîkî li Dêra Zorê hate armanckirin
Feb 20 2024
Piştî heftiyekê ji rawestandina êrîşên xwe li dijî hêz û bingehên Emerîkî li Sûriyê, careke din mêlîsên bi ser Îranê ve bingeha Konîko li Dêra Zorê armanc kir.
Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku duh careke din mêlîsên bi ser Îranê ve bi 4 mûşekan bingeha Emerîkî li kêlgeha Konîko ya xazê li gundewarê Dêra Zorê armanc kir, bê ku ziyanên wê êrîşê were zanîn.
Li gorî Rewangehê ji 19ê Cotmeha bûrî ve û ta niha 117 caran bingehên Emerîkî li Sûriyê ji aliyê mêlîsên bi ser Îranê ve hatine armanckirin
229
