Gundewarê Der`ayê.. Di encama teqîna paşmayeke şer de zarokek birîndar bû
Feb 12 2024
li seranserî Sûriyê di encama teqîna paşmayên şer de rojane welatiyên sivîl dibne qurbanî.
Rewangeha Sûriyê ya Mafên Mirovan got, ku duh li bajarokê Besir Elherîr li rojhelatê gundewarê Der`ayê paşmayêke şer teqiya di encamê de zarok bi giranî birîndar bû, û ji bo nexweşxaneyê hate veguhestin.
Li gorî amarên Rewangehê ku bi vê teqînê hejmara qurbaniyên paşmayên şer ji destpêka Çileyê û ta roja îro dighêje 33 kesan ji wê hejmarê 9 zarok hatine kuştin, 24 kesên din jî birîndar bûne ku piraniya wan zarok in.
205
