di demijmêrekê de mêlîsên îranê du bingehên Emerîkî li Dêra Zorê armanc kirin

di demijmêrekê de mêlîsên îranê du bingehên Emerîkî li Dêra Zorê armanc kirin

Feb 11 2024

Mêlîsên bi ser îranê ve asta êrîşên xwe li dijî bingehên Emerîkî li sûRIYê zêdetir kiriye, herî dawî 3ê caran di demijmêrekê de du bingehên Emerîkî li gundewarê Dêra Zorê armanc kirin.

Jêderên ragihandinê yên Sûrî eşkere kir ku duh Şemiyê mêlîsên bi ser îranê ve bi dehê mûşekan du caran li pey hev bingeha Emerîkî ya li kêlgeha El`umer ya petrolê li gundewarê Dêra Zorê armanc kirin.

Serbar kir jî ku heman mêlîsan bingeha Emerîkî ya li kêlgeha Konîko ya xazê jî li Dêra Zorê armanc kir.

Li gorî agahiyan di encama wan êrîşan de jimareyek birîndar di nava rêzên leşkerên Emerîkî de hate tomarkirin.


210