Rewangeha Sûrî: Di Berçileyê de 25 sivîl ji ber paşmayên şer bûne qurbanî

Rewangeha Sûrî: Di Berçileyê de 25 sivîl ji ber paşmayên şer bûne qurbanî

Jan 31 2024

Bi sedema teqîna mayîn û bombeyên çandî ji paşmayên şer li navçeyên cûda cûda li Sûriyê rojane welatiyên sivîl dibin qurbanî.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku di Çileya 2024an de bi sedema teqîna mayîn û bombeyên çandî ji paşmayên şer 6 zarokan jiyana xwe ji dest dan, û 18 kesên din ku 15 ji wan zarok in birîndar bûne.

Herweha Rewangehê di sala bûrî de jî jiyanjidestdana 254 sivîlan di encama teqîna mayîn û bombeyên çandî li seranserî Sûriyê serbarî birîndarbûna 365 kesên din belge kiribû.

198