Pentagon: Emerîkayê di dema guncaw de dê bersiva Îranê bide

Pentagon: Emerîkayê di dema guncaw de dê bersiva Îranê bide

Jan 30 2024

Pentagonê berpirsyariya êrîşa dronî ya li ser hêzên Amerîkayê li ser sînorê Urdin Sûriyê xist ser milên Îranê û ragehand, "Di wê êrîşê de, sê serbazên Emerîkayî hatine kuştin û zêdetirî 40 serbazan jî birîndar bûne".

Cîgira Berdevkê Pentagonê Sabrîna Sînx duh Duşemê 29.1.2024 di kongirekî rojnamevanî de ragehand, "Di êrîşa dronî ya li ser hêzên Emerîkayê li Urdinê de, zêdetirî 40 serbazan birîndar bûne".

Sabrîna Sînx herweha amaje da, "Waşinton Îranê berpirsyar dike û ew komên çekdaran ên ku zirar gehandine hêzên Amerîkayê ji aliyê Îranê ve tên piştevanîkirin û rahênan pê tên kirin".

Navbûrî her dîsa behs kir ku "Em gomanê dibin ku ketîbeyên Hizbulahê, ku ji aliyê Pasdarên Îranê ve tên piştevanîkirin, ew êrîş kiribe"

Tekez jî kir ku, Amerîkayê di dema guncaw de dê bersiva wan bide.

195