Idlibê.. 2 zarok bûne qurbaniya êrîşên Rêjîma Esed
Jan 29 2024
Careke din Rêjîma Esed li bakurê rojavayê Sûriyê dan ber top û mûşekan, û di encamê de du zarok bûne qurbanî.
Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku duh çekdarên Rêjîma Esed bi topan derdora bajarokê Mi`aret Elni`san li gundewarê idlibê topbaran kir.
Rewangehê da zanîn ku di encama wê topbaranê de du zarok janê xwe ji dest dan, sebarî giheştina ziyanên madî li ser mal û milkên welatiyên deverê.
201
