Serok Barzanî û Konsulê Fransî tekezî li ser bihêzkirina peywendiyên kir

Serok Barzanî û Konsulê Fransî tekezî li ser bihêzkirina peywendiyên kir

Nov 29 2023

li Selahedîn ya parêzgeha Hewlêrê, serok Mesûd Barzanî îro 29ê Mijdara 223yan, pêşwazî li Yan Brêm Konsulê Giştî yê nû yê Fransa li Hewlêrê kir.

Di hevdîtinê de serok Barzanî bi helkefta destbikarbûna wî wekî Konsulê Giştî yê Fransa li Herêma Kurdistanê pîrozbahî lê kir û hêviya serkeftinê bo wî xwest.

Her li hevdîtinê de, her du ronî xistin li ser dostayetiya di navbera gelê Kurdistan û gelê Fransayê, her weha tekezî li ser pêşxistin û bihêzkirina peywendiyên di navbera her du aliyan kir.

47