Partiya Demuqrata Kurdistan - Sûriya pêşwaziya şandeke Pêşverû li Qamişlo kir

Partiya Demuqrata Kurdistan - Sûriya pêşwaziya şandeke Pêşverû li Qamişlo kir

Nov 12 2023

Partiya Demuqrata Kurdistan - Sûriya, duh 11ê Mijdara 2023yan, pêşwaziya şandeke Partiya Demokrata Pêşverû ya Kurd li Sûriyê li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê kir.

Şand ji aliyê Mihemed Îsmaîl Sekreterê Partiya Demuqrata Kurdistan - Sûriya û Endamê Komîteya Navendî Nafî Ebdullah ve hat pêşwazîkirin.

Şanda Pêşverû bi serokatiya Dr. Selah Derwîş sekreterê Partiya Pêşverû ya Kurd li Sûriyê bû.

Herdu aliyan rewşa siyasî û aborî ya giştî li Sûriyê bi taybet rewşa deverên Kurdî gotûbêj kir.

Herweha, tekezî li ser bihêzbûna peywendiya biratî ya di navbera herdu aliyên bira de, yekxistina hewlên herdu partiyan û hemû aliyên siyasî yên Kurdî bo rûbirûbûna kêşeyên heyî yên siyasî û aborî kir.

Di dawiyê de, Şanda mêhvan spasiya Partiya Demuqrata Kurdistan - Sûriya li ser pêşkêşkirina pîrozbahiyan bi helkefta bidawîhatina karên kongera Pêşverû kir.

300