Domîz.. BCF perewge li ser xwendekaran dabeş kirin

Domîz.. BCF perewge li ser xwendekaran dabeş kirin

Nov 06 2023

Li kampa Domîz 1 ya penaberan li parêzgeha Duhokê ya Herêma Kurdistanê, Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî, Perwage "pêdiviyên nivîsînê" li ser xwendekaran dabeş kirin.

Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî li ser rûpela xwe ya Facebookê gotiye: ”Roja 31yê Cotmeha 2023yan û bi hevkariyê li gel Rêxistina (Save The Children), perawge li ser 1291 xwendekarî li kampa Domîz 1, hatine dabeşkirin".

Di 26 Cotmehê de jî, "BCF" 30 xwendekarên serkeftî li dibistana Dêrik ya amadeyî li kampa Domîz, xelat kirin.

Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî, rêxistineke ne hikûmî ye, di ware mirovî de li Herêma Kurdistanê çalak e, kar li ser dabînkirina alîkariyan bo penaber, derbider û xwedanên pêdiviyên taybet dike.

Piştî erdheja Sibatê, Dezgeh derbasî Efrîna Rojavayê Kurdistanê bû ji bo pêşkêşkirina alîkariyan û di 4 Tîrmeha bûrî de, li Efrînê Navenda Barzanî ya Çand û Geşepêdanê, vekir

98