Serokê Emerîka seredana Israîlê dike

Serokê Emerîka seredana Israîlê dike

Oct 17 2023

Wezîrê derve yê Emerîka Antonî Bilînkin tekez kir ku serokê Emerîka Co Baydin, dê roja Çarşemê seredana Israîlê bike.

Bilînkin di kongireke rojnamevanî de, îro Sêşemê 17 Cotmehê, got ku serokê Emerîka dê di seredana xwe de tekeziyê li ser piştgiriya Israîlê bike.

Serbar kir: "Ji maf û erkê Israîl e ku berevaniyê di ber miletê xwe de li dijî Hemas û teroristên din, bike".

Wezîrê derve yê Emerîka da zanîn: "Co Baydin dê tekeziyê li ser giringiya rawestandina ziyanan di nava sivîlên Felestînî de û gihandina alîkariyên mirovî bo wan bike".

Berbanga Şemiyê, 7ê Cotmehê, Tevgera Hemas dest bi operasyonekê li dijî Israîlê kir, û nêzîkî 5 hezar mûşek bi ser wê de berdan, Beramber jî Israîl dest bi operasyonekê kir. ta neha bi hezaran ji herdu aliyan hatine kuştin û bi sedên hezaran derbeder bûne.

159