Hesen Qasim: Çi bi destê me were em ê ji mamosteyan re pêşkêş bikin

Hesen Qasim: Çi bi destê me were em ê ji mamosteyan re pêşkêş bikin

Oct 14 2023

Komeleya Mamosteyên Penaber li Herêma Kurdistanê, kongira xwe ya damezrîner îro li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê saz kir.

‏Komeleya Mamosteyên Penaber li Herêma Kurdistanê şaxê Hewlêrê kongira xwe bi dawî kir tê de serok û cîgirek ji xwe re hilbijartin.

Hesen Qasim ku weke serokê Komeleya Mamosteyên Penaber li Herêma Kurdistanê hatiye hilbijartin ji ARKê weha got: Me kongira xwe bi dawî kir û ez bûme serok û Nûredîn Mela Ebas bû cîgir.

Qasim da zanîn: Em ê xizmeta xwendekar û mamostayên li Herêma Kurdistanê bikin, û çi ji me were xwestin û çi bi destê me were em ê bikin û pêşkêş bikin.

Navbûrî tekez kir: Armanca Komeleya Mamosteyên Penaber li Herêma Kurdistanê parastina mafên mamoste û xwendekaran e.

Ji aliyê xwe ve Rûgeş Ehmed Remî ku mamoste ye anî ziman: Em hêvîdar in Komeleya Mamosteyên Penaber li Herêma Kurdistanê kar ji bo çareserkirina pirsgirêkên mamosteyan bike.

Komeleya Mamosteyên Penaber li Herêma Kurdistanê, berê bi Sendîkeya Yekîtiya Mamosteyan dihat naskirin.

Di sala 2016an de hatiye damezrandin, li Herêma Kurdistanê karê xwe ji bo dabînkirina xizmetguzariyan ji mamosteyên penaber re û gihandina êş û azarên wan, kar dike.



173