Sê ji malbateke Kobanê li Sûdanê jiyana xwe ji dest dan
ARK NEWS... Malbateke kurd li Sûdanê, ji ber şerê li wî welatî reviyan, berê xwe da Misrê, lê di rê de rastî bûyerek hatûçûnê hat û 3 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Malbata Mihemed Elî Hemo Hemşo, ku ji gundê Bîr Reş yê bajarê Kobanê yê Rojavayê Kurdistanê ye, li Xirtûma paytexta Sûdanê penaber bûn, piştî şer li Sûdanê dest pê kir, weke her malbateke hewl dan xwe rizgar bikin, lê rastî rûdaneke hatûçûnê hatin û bav û 2 kurên xwe bûne qurbanî û jiyana xwe ji dest dan.
Li gorî agahiyên bi destê ARKê ketine hevjîna Mihemed Elî Hemo Hemşo birîndar e, û di nexweşxaneyê de ye.
Ji dema şerê Sûdanê dest pê kiriye bi hezaran ji malbatên sûrî li wir asê mane, di nav wan de malbatên Rojavayê Kurdistanê jî hene, banga derxisitna wan dikin.
287
