Emerîka: Erkên hêzên Emerîkî bi şêweyekî mezin li Sûriyê û Îraqê hatine guhertin

Emerîka: Erkên hêzên Emerîkî bi şêweyekî mezin li Sûriyê û Îraqê hatine guhertin

Jun 04 2023

ARK NEWS... Cîgirê şandiyê taybet yê Hevpeymaniya Navdewletî, Îyan Mekarî ragihand, ku erkên hêzên Emerîkî bi şêweyekî mezin li Sûriyê û Îraqê hatine guhertin û amaje bi sozên darayî bo piştgiriya pirojeyên seqamgîriyê li deverê kir.

Mekarî ev çend di kongireyeke rojnemevanî derbarê civîna wezarî ya Hevpeymaniya Navdewletî, ya ku biryare di 8 vê mehê de li Erebistana Siûdiyê were lidarxistin ragihand.

Îyan Mekarî diyar kir, sebaret bi Sûriya û Îraqê erkê hêzên Emerîkî bi şêweyekî mezin dê were guhertin, berê hilmeteke leşkerî ya mezin hebû lê ew qonax bi dawî hat, û di dema niha de tu dever di bin kontirola rêxistina DAIŞ ya terrorist de tune ne, lê pêwîstiya hejmarek doseyên mirovî li Sûriyê û Îraqê bi çareseriyê heye.

Berpirsê Emerîkî serbar kir, di civîna wezarî de dê hevparên Hevpeymaniya Navdewletî soza bi sedan melyon dolar bo piştgiriya pirojeyan bo bicîkirina seqamgîriyê li ser asta deverê bidin.

Mekarî tekez kir, ku kampa Holê dê mijare serekê ya civînê be, ji ber ku pêwîst e hejmereke mezin ji nişteciyên kampê bo welatên wan werin vegerandin, û divê rewşa xizmetguzarî û xwendin û tendirustî ji kesên ku nikarin vegerin welatê xwe re baş bibe.

Cîgirê şandiyê taybet yê Hevpeymaniya Navdewletî eşkere kir, ku wezîrê derve yê Emerîka Entonî Bilînkên dê beşdariyeke Emerîkî ya nû ragihîne, û serbar kir jî, Hevpeymaniya Navdewletî di sala borî de derdora 445 melyon Dolar bo piştgiriya pirojeyan bo bicîkirina seqamgîriyê li Sûriyê û Îraqê kom kirin, û em bi hêvîn vê salê zêdetir were kom kirin.

189