Baydin rê li ber dahata sereke ya rêjîma Sûriyê digire

Baydin rê li ber dahata sereke ya rêjîma Sûriyê digire

May 30 2023

ARK NEWS... Malpera Elmonitor ya Emerîkî ragihand ku rêveberiya serokê Emerîka Co Baydin di demeke nêzîk de, stratîjiyeke ku Kongirês pesend kiriye derdixe bo rawestandina qaçaxiya kiptagonê, dahata sereke ya rêjîma Sûriyê.

Li gorî malpera Elmonîtor, yek ji xalên yasaya berevaniya niştîmanî ya sala 2023yan ya ku serokê Emerîka di meha Berçileya borî de îmze kiriye, di demek nêzîk de rêveberiya Emerîkî, stratejiya ku pilana wê ya hevbeş di navbera ajansan de bo redkirina bazirganî û çêkirina madeyên hişbir ya girêdayî bi rêjîma Sûrî û ji navbirina torên qaçaxiya madeyên hişbir, pêşkêşî Kongirêsê bike.

Elmonîtor li ser zarê Îsan Goldirêtş cîgirê alîkarê wezîrê derve yê karûbrên Sûriyê û Rojhilat Navîn Pêncşema borî ragihand, rêveberiya Emerîkî dê di hefteyên bê de stratejiya xwe bi cî bike.

Li gorî malperê, di dema ku welatên Erebî peywendî bi rêjîma Sûrî asayî dikin, Emerîka pilana xwe bo kêmkirina hejmûna Îranî li Sûriyê û rawestandina qaçaxiya Kiptagonê amade dike.

Elmonîtor serbar kir, derdora 80 % ji Kiptagona li cîhanê li Sûriyê tê çêkirin û Beşar Elesed û kesên bi ser ve bi alîkariya Hîzbûlah ya Lubnanî û milîsên ser bi Îranê ve çêkirin û bazirganiya Kiptagonê bi rê ve dibin.

Her di vê derbarê de sînatorê Emerîkî di encûmena nûneran de Firênş Hêl ji malpera Elmonîtor re ragihand, ji ber ku Kiptagon bi şêweyekî berfereh ji aliyê Esed û malbat û rêjîma wî ve tê çêkirin em li hember metirsiya toreke madeyên hişbir ya dersînor in.

137